Kurdên li Şamê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şermezar kirin.
Bi dehan şêniyên taxên Zorava û Rukenedîn ên Şamê bi meşekê Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Meş li taxa Zorava hat lidarxistin.
Di meşê de hevseroka Meclisa Gel a Şamê Newroz Xelîl axivî û got:
Armanca ji kamploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan têkbirina gelê Kurd bû.
Newroz diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan komplo pûç kir û weha domand:
“Rast e Rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de ye, lê ramanên wî azad in.
Rêber Apo di girtîgehê de, li hemberî şerê dermirovî û şerê ku dewleta Tirk pêk tîne, li ber xwe dide.
Newroz Xelîl ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.