Komplo, êriş, dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî hat şermezarkirin

Li Bakur û Rojhilatê Suriyê îro bi deh hezaran kes li dijî komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê, êrişên dewleta Tirk û salvegera dagirkirina Gir Spî û Serê Kaniyê daketin qadan.
Di meş û çalakiyan de hêzên komploger û êrişên dagirkeriyê ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û peyama bilindkirina têkoşîna li dijî êrişan û ji bo azadiya Rêber Apo hate dayîn.

Îro li gelek bajaran bi deh hezaran kesî li dijî komploya navnetewî, êrişên dewleta Tirk û salvegera dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê meş û çalakiyên girseyî lidarxistin.

Bi hezaran kes li Hesekê li dijî komployê û êrişên dewleta Tirk daketin qadan

Di meşê de gelek axaftin hatin kirin û hate gotin:

“Bi yekîtiya xwe ew ê êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin û Rêber Apo azad bikin.

Xelkê Qamiloyê jî li dijî komplo û êrişan meşek lidarxistin.

Di meşê de salvegera dagirkirina Girê Spê û Serê Kaniyê hatin şermezarkirin û banga rawestandina êrişan û bidawîkirina tecrîdê hate kirin.

Kesên beşdarî meşê bûn diyar kirin ew ê ti carî serî li ber êrişan netewînin.

Piştî axaftinan şandeyek berê xwe da baregeha hêzên Rûs da ku nameya gel ragihînin, lê rê ji serdana şandeyê re nehate dayîn.

Şêniyên Dirêbêsiyê li vir jî banga girtina qada ezmanî ya herêmê kirin û daxwaza azadiya rêber Apo kirin.

Komploya navnetewî, êrişên li dijî herêmê û salvegera dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê li Dêrikê jî bi meşekê hatin şermezar kirin.

Bi heman armancê meşeke mezin li bajarê Kobanê jî hate lidarxistin.

Her wiha pêkhateyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bi dirûşma ‘Bi vîn û berxwedanê em ê komployê têk bibin’ xwepêşandanek li darxistin.

Pêkhateyên Şehbayê jî bi meşekê Komplo û êriş bi tundî şermezar kirin.

Li Tebqa, Reqa û Minbicê jî meşên girseyî pêk hatin.

Di çalakiyan de bang li hêzên navnetewî hate kirin ku bi erkên xwe rabin qada ezmanî li hember êrişan bigrin.

Back to top button