Têkildarî êrişa li dijî Akamademiya Têkoşîna li dijî Hişbirê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî got ev êriş sûcekî hovane ye û nayê qebûlkirin.
Mazlûm Ebdî derbarê êrişa hovane de li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û got “ev êriş qet nayê paşguhkirin û şehîdbûna 29 endamên dij narkotîkê sûcekî hovane û li dijî mafên mirovan e.
Hêzên Asayîşê saziyeke sivîl e û ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê, destekê ji Koalîsyona Navneteweyî
werdigire.”
Ebdî: Em ê li dijî êrişan mafê parastina rewa bi kar bînin
Fermandarê QSD’ê her wiha hişyarî da ku wê li beramberî êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên li dij gel û erda wan, serê xwe netewînin û mafên xwe yê parastina rewa bi kar bînin.
Mezlûm Ebdî bang li gel kir ku li kêleka malbatên şehîdan bisekinin û beşdarî merasîmên wan bibin.