Rêveberiya Xweser: 29 Endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber didomîne.
Rêveberiya Xweser têkildarî êriş doh a dijî herêma koçeratan a Dêrikê daxuyaniyek da.
Rêveberiyê eşkere kir ku di êrişên şevê din ên dewleta Tirk a dagirker de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê şehîd bûne û 28 jî birîndar bûne.
Rêveberiyê ji ber vê komkujiyê 3 roj şîn ragihand.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên duh ên dewleta Tirk dijî Dêrik û Rimêlanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û êriş bi tundî şermezar kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de diyar kir êrişên rejîma Tirk a faşîst bi salan e li dijî herêmê dewam dikin.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir armanca êrişan derxistina tevliheviyê û rêgirtina li ber têkoşîna gel û hêzên ewlekariyê ya li dijî çete û terorê ye û wiha got,

“Duh 8’ê Cotmehê li dijî gelek gundên Dêrik û Rimêlanê û di nav de Akademiya Têkoşîna Dijî Hişbirê êrişên hovane pêk hat.

Ev akademî 24 saetan ji bo parastina civakê ji bandorên hişbirê kar dikir.

Di encama êrişên duh û îro de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê şehîd bûn, 28 jî birîndar bûn û rewşa hin birîndaran giran e.”

Rêveberiya Xweser: Êrişên hovane bi bêdengiya navneteweyî pêk hat

Rêveberiya Xweser eşkere kir ku ev êrişa dijminane ji ber bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên Tirkiyê pêk hat û da zanîn ev bêdengî rê dide dewleta Tirk ku komkujiyên din pêk bîne û faşîzma xwe zêdetir bike.

Rêveberiya Xweser: Gelê herêmê cîhan ji DAIŞ’ê parast, lê niha her kes bêdenge

Rêveberiya Xweser anî ziman ku hêz û gelên herêmê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi hezaran fedakarî nîşan da û tevahî cîhan ji DAIŞ’ê parast û wiha dewam kir;

“Lê di demekê de ku gelê me ji aliyê tirkiyê ku piştevaniya DAIŞ dike rastî qirkirinê tê, civaka navneteweyî temaşe dike.

Divê raya giştî li hember kiryar û binpêkirinên tirkiyê yên dijî gel û herêmê bi berpirsiyariya xwe ya exlaqî tevbigere û helwesta xwe zelal bike.”

Rêveberiya Xweser 3 roj şîn îlan kir

Rêveberiya Xweser di dawiyê de diyar kir ew ê parastina gel û destkeftiyên xwe bidomînin û ji ber şehadeta 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 roj şîn ragihand.

Back to top button