Erebistana Siûdî hilberîna petrolê salekî din dirêj kir

Welatên xwedî petrol li zîrveya OPEC’ê hatin ba hev.
Erebîstana Siudî û Rûsya biryara kêmkirina hilberîna bermîlên petrolê yê rojane dan.
Wezîrên enerjî û petrolê yên welatên OPEC li ser kêmkirina dabînkirina zêde ya rojane bi qasî 2 milyon bermîlan li hev kirin.
Her wiha li gorî pisporan Erebîstana Siûdî hewl dide hilberînê sînordar bike û nirxê petrolê bilind bike.

Erebîstana Siûdî biryar da hilberîna petrolê ya bi rojane mîlyoneke bermîl e salekî din dirêj kir.

Tevlî Erebîstana Siûdî û endamên din ê OPEC, Rûsya jî ragihand ji bo sê mehên destpêkê yê sala 2024’ê hilberîna rojane 500 hezar bermîl kêm bike.

Bi pêşengiya Erebîstana Siudî 13 endamên OPEC’ê û bi pêşengiya Rûsya jî 10 welatên hilberînerê petrolê ya derveyî OPEC’ê ji bo polîtîkayên xwe yê hilberînê binirxînin hatin ba hev.

Wezîrên enerjî û petrolê yên welatên OPEC+ li ser kêmkirina dabînkirina zêde ya rojane bi qasî 2 milyon bermîlan li hev kirin.

Derbarê mijarê de Werzîrtiya Enerjiyê ya Erebîstana Siûdî daxuyanî da û wiha got:

“Riyadê hilberîna petrolê heya dawiya çaryeka sala 2024’an wê mîlyonek bermîl ê rojane kêm bike.

Stratejiya xwe yê ku armanc dike piştgiriyê bide nirxên petrola xam dê bidomîne.”

Riyadê meha nîsanê daxuyandibû ku rojane 500 hezar bermîl kêm bike, meha Tîrmehê jî heman radeyê polîtîkaya qutkirinê xistibû meriyetê.

Brezîlya derbarê biryarê de destnîşan kir ku wê destpêka sala 2024’an tevlî biryarê bibe, her wiha Cezayîr jî biryara navborî bi 50 hezar bermîlê beşdar bibe.

Erebîstana Siudî hewl dide nirxê petrolê bilind bike

Di demekê de ku nirxê bermîla petrola Brent bi 83,1 dolarî dihat firotin, piştî biryarê nirxa bermîla petrola ku li Londonê tê firotin ji sedî 1,2 zêde bû û bi 84,22 dolarî tê firotin.

Li gor rapora herî dawî ya bazara petrolê ya Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê, tê pêşbînîkirin ku di çaryeka yekem a sala bê de, pêwîstiya cîhanî ya petrolê rojane bigihêje 101.5 milyon bermîlan.

Di heman demê de, li gorî peymana heyî ya koma OPEC +, tê pêşbînîkirin ku dabînkirina neftê ya cîhanî rojane 102,8 mîlyon bermîl be.

Tevî kêmkirina hilberînê ev yek zêdebûnek bi qasî 1,3 mîlyon bermîlan di rojê de nîşan dide.

Back to top button