Li Amerîkayê amadekariya hilbijartina 2024 tê kirin

Li Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê ji niha ve amadekariya hilbijartina sala 2024 tê kirin.
Ji bo vê hin saziyên anketan li Amerîkayê nêrînên welatiyan girtin.
Anketa ku hezar û 500 kes beşdar bûbûn, ji bo Joe Biden û Donald Trump bûne du beş.
Beşek ji wan beşdaran naxwazin di hilbijartina sala 2024’ê de bibin namzet.

Ji bo hilbijartina 2024’ê li Amerîkayê di nava welatiyan de anketek hat kirin.

Li gorî anketan Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Joe Biden, li beramberî Donalt Trump xwedî avantajek kêm e.

Anket ji aliyê The Economist’ê hatiye kirin û hezar û 500 welatiyên Amerîkî tevlî anketê bûne.

Sedî 44 ji nav hezar 500 kesan de gotin heger hilbijartina 2024 were li darxistin dengê xwe bidin Joe Biden.

Li aliyê din jî sedî 42 yê beşdaran jî diyar kirin wê di hilbijartinê de dengê xwe bidin Trump.

Hezar û 500 kes tevlî anketa hilbijartinê bûn 

Ji hêla Biden çendin pirs hene, weke sala 2020’an koalîsyona ku bi gelek kesan pêk dihat û ji bo serkeftina wî piştgiriyê didan dikare dîsa bîne gel hev an na.

Nexasim sedî 22 ji beşdaran anîn ziman ku sala bê bi serkeftina Joe Biden ne bawer in.

Lê belê hejmarak zêde hilbijêran jî dixwazin her du jî nebin namzet.

Ji beşdaran pirsan hatine kirin, ji sedî 55 naxwazin Trump sala bê bibe namzet, sedî 59 jî heman awayî ji bo Biden nêrînên xwe gotin.

Hejmarek zedê welatiyên Amerîkî naxwazin Trump û Biden bibe namzet

Serokê berê yê Amerîkayê û Partiya Komarparêz Donald Trump li hemberî Bidenê hewl dide hilbijartina sala bê bi serkeve.

Trump, üç yıl önce Biden karşısında aldığı yenilginin Demokratların yaptığı bir sahtekarlığın sonucu olduğunu iddia etmeye devam ederken, Amerikalıların neredeyse büyük bir çoğunluğu onunla aynı fikirde değil.

Her çi qas Trump îdia dike ku têkçûna wî ji Biden sê sal berê encama sextekariyek ji hêla Demokratan ve bû, hema hema pirraniya Amerîkî ne di heman fikrê de ne.

 

Back to top button