
Şaneyên DAIŞ’ê li beşa 5’an a Kampa Holê, gef li karkerên Şirketeke xizmetguzariyê xwar, belge û telefonên wan dizîn.
Li gorî ANHA’yê ”Şaneyên DAIŞ’ê gef li karkerên Şirketa Sara xwar û belge û telefonên wan jî dizîn.”
Bûyer, dema ku karkeran stûnên ronîkirinê li beşa 5’an a kampê bi cih dikirin, pêk hat.
Piştî vê, di navbera Hêzên Asayîşa Kampê û şaneyên DAIŞ`ê de, şer rû daye û karker ji wir hatin dûrxistin.
Hat ragihandin ku şaneyên DAIŞ’ê naxwazin kamp bê ronîkirin da ku sûd ji tariya êvarê bigirin û bi hêsanî tev bigerin.