Bi sedan şêniyên Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Xalid El-Kerad li bajarokê Cidêdat ê rojhilatê Reqayê oxir-kirin.
Endamê hêzên asayîşê Xalid El-Kerad 21’ê Çileyê li bajarokê El-Kerame yê rojhilatê Reqayê şehîd bû.
Ji bo wergirtina cenazeyê şehîd, şênî li navenda bajarokê El-Keramê ê rojhilatê Reqayê kom bûn û bi karwanekî ber bi goristana şehîd Sêvdar ve rê ketin.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî, kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û behsa rola şehîdan di pêkanîna aramiya di herêmê de kirin.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.
Cenazeyê şehîd di nava durişmeyan de hat oxirkirin.