Şervanê YPG’ê Iyad Mihemed hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Iyad Mihemed li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Şervanê YPG’ê Iyad Mihemed bi nasnav Heqî Hilinc dema erka xwe ya leşkerî li bajarê Dêrazorê pêk dianî şehîd bû.

Bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê, ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd li Goristana Şehîd Dicle kom bûn û merasîmek pêk hat.

Di merasîmê de şervanê YPG’ê Serdar Şêx yê di berxwedana Kobanê ya 2014’an li dijî êrişên DAIŞ’ê de şehîd bûbû, hat bîranîn.

Hevseroka PYD’ê ya Herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Elî jî anî ziman ku şehîdan ji bo xaka xwe canê xwe feda kirin.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava sloganên “şehîd namirin” de hate veşartin.

Back to top button