Li Kerkûkê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li dijî tevgera DAIŞê ya zêde, li Îraqê jî rojane girtin hene û herî dawî, 3 DAIŞ’î di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, li Kerkûkê hatin girtin.

Birêveberiya polîsên Kerkûkê ragihand ku Çarşemê hêzên wan 3 çeteyên DAIŞ’ê dema ku hewl didan têkevin navenda parêzgehê girtin.

2 mehê, piştî ku li Xaneqînê 5 çekdarên Heşdî Şebî di teqîna bombeyekê de hatin kuştin, duh li herêma Neftxane ya navçeya Xaneqîn a Diyalayê, Heşdê dest bi operasyonekê kir.

Li wir, bombeyek bi erebeyeke wan ve teqiya û 3 çekdar hatin birîndarkirin.

Back to top button