DYA: Em ê sepandina cezayên Qeyserê li dijî hikûmeta Şamê bidomînin

Rêveberiya Amerîkayê bi-niyaz e, sepandina cezayên qanûna Qeyserê li dijî hikûmeta Şamê dewam bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ji Rojnameya “Şereq el-Ewset” re, da xuyakirin ku rêveberiya Joe Biden wê digel parastina tewereya dîplomatîk û hêsankirina derbaskirina alîkariyên mirovî, sepandina cezayên qanûna Qeyserê li dijî hikûmeta Şamê dewam bike.

Ned Price da zanîn ku cezayên Qeyserê wê li ser kesayet û saziyên ku piştgiriya hikûmeta Şamê dikin û rê li ber çareseriya siyasî digirin, bidomin.

Rêveberiya Biden teqez dike ku Qeyser, wê li hember bazirganî û alîkariyên mirovî ji bo gelê Sûriyê, nebe asteng.

Back to top button