QSD: Ciwanekî din li Kampa Holê hat kuştin

Li Kampa Holê ciwanekî din bû qurbana hovîtiya dûvikên DAIŞê û bi awayekî dermirovî jiyana wî stand..

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku jimarek çekdar, ciwanekî Sûrî yê 19 salî li Kampa Holê ya li kantona Hesekê kuşt.

Li gorî heman çavkaniyê, ew bi alaveke tûj ku şopên wê li ser qirkê xuya dibûn, hatiye kuştin.

QSD teqez kir ku ev yek di çarçoveya berdewamkirina sûcên şaneyên DAIŞê li dijî kesên ku ji tundrewiya wan filitîne de, pêk hatiye.

Back to top button