Artêşa Îsraîlî deverên Îranî li Quneytirayê dan ber mûşekan

Artêşa Îsraîlî çareke din deverên komên Îraniyan ên li Quneytiraya Sûrî, bombebaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, di saetên sibehê de, artêşa Îsraîlî deverên komên Îraniyan û hêzên hikûmeta Şamê yên li Quneytirayê, bi mûşekan kirin armanc.

Li gorî çavdêriyê, di encamê de, baregehên van komên navborî hatin rûxandin.

Ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê “SANA” jî ragihand ku pergalên parastinê yên asmanî, ev êrîş têk biriye.

Back to top button