Rêveberiya deriyê Pêşxabûr ji îro de derî heta demeke ne diyar digire

Rêveberiya deriyê sînor yê Sîmalkayê ya başûrê Kurdistanê derî li çûn û hatinê girt.

Rêveberiya Sîmlaka a aliyê başûrê Kurdistanê der barê mijarê de belavok belav kir û got:

Rêveberiya Pêşxabûr a Başûrê Kurdistanê biryar da ku derî li ber rêwiyan ji roja pêncşemê heta demeke ne diyar wê were girtin.

Heta niha sedemên biryara girtina derî ji hêla Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr ve nehatiye zanîn.

Baz Ehmed: Deriyê Sêmalka ji ber hin tedbîrên rêxistinî û rûtîn hate girtin

Yek ji Rêveberên Deriyê Sêmalka Baz Ehmed ji ANHA’yê re têkildarî mijarê axivî.

Baz Ehmed diyar kir ku rêveberiya deriyê Pêşxabûr ji ber pêkanîna tedbîrên rêxistinî û rûtîn ji bo çend rojan, derî girt.

Back to top button