Şehîd Akif îro bi merasîmekê hate oxirkirin.
Di merasîmê de beşdaran soza şopandina rêya Akif û tevahî şehîdên azadiyê dan.
Îro jî şêniyên Dirbêsiyê ji bo oxirkirina cenazeyê şehid Akif li goristana şehid Rûstem Cûdî kom bûn.
Di merasîmê de li ser navê Melcisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Hemîd Meîş sersaxî ji malbata şehid re xwest û soza dawê li ser xeta şehîdan bimeşin.
Li ser navê malbata şehîd, pismamê şehîd Ehmed Mistefa axivî û wiha got:
“Şehîdbûna di oxira şoreşê de girêdana me bi fikirê Rêber APO û welat re zêde dike.”
Mistefa soza da ku li ser xeta şehîdan û felsefeya Rêber Apo bimeşin.
Dawiyê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.