Tecrîda girankirî a li dijî rêber Apo û fikarên li ser rewşa wî ya tenduristiyê kete rojeva meclîsa mezin a Tirkiyê.
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek bi pêşniyazpirsa pirsa rewşa Rêber Apo kir û got:
“Encax bi hevdîtina rû bi rû ya bi rêber Apo re fikarên civakê dikarin ji holê bên rakirin.”
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek derbarê rewşa Rêber Apo de pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisa Tirkiyê kir.
Cengîz Çîçek balkişand ser greva birçîbûnê yên ku li girtîgehan dest pê kiriye û diyar kir ku encax bi hevdîtina rû bi rû ya bi rêber Apo re fikarên civakê dikarin ji holê bên rakirin.
Cengîz Çîçek li meclîsa mezin a Tirkiyê ev pêşniyazpirs kir:
- Gelo hûn plan dikin ku fikarên malbat û bi milyonan mirovan ên li ser rewşa Îmraliyê ji holê rakin?
- Ji bo bidawîkirina grevên birçîbûnê, hûnê berpirsyariya xwe ya siyasî û hiqûqî bi cih bînin an na?
- Rewşa birêz Abdullah Ocalan ê 33 meh in agahî jê nayê girtin çawa ye?
- Piştî erdheja Gemlîkê li Girtîgeha Îmraliyê tu xesar derketine holê an na?
- Hûn ê pêkanîna tecrîdê ya derveyî mirovahiyê bi dawî bikin an na?