Senatoya Amerîkayê pêşnûmeya alîkariyê ji Îsraîl û Ukraynayê re red kir

Ji bo pêşnûmeya alîkarîdayîna Ukrayna û Îsraîlê li Senatoya Amerîkayê deng hatin dayîn.
Bi hemû dengên komarparêzan ku xwedî 222 kursî ne pêşnûmeya alîkariyê hat redkirin.
Dengdan bi 49 dengên erê li hember 51 dengên na, hat redkirin

Pêşnûmeya lêçûnên awarte ya ku dê 110 milyar dolar alîkariya ewlekarî bide Ukrayna û Îsraîlê, ji hêla endamên Komarparêz yên Senatoya Amerîkikayê ve hate red kirin.

Dengdan bi 49 dengên erê li hember 51 dengên na, hat redkirin û 110,5 milyar dolar ji 60 dengên pêwîst ji bo derbaskirina Senatoya 100 endamî kêm ma.

Nepejirandin hişt ku hewla Joe Biden ji bo peydakirina alîkariyên nû ji van her du welatên şer lê heye re berî dawiya sala 2023’an heya niha bê encam bimîne.

Komarparêzan daxwazên xwe bilind kirin ku hukûmet li şûna ku alîkariya lsraîl û Ukraynayê bike, ji bo kontrolkirina koçberan li ser sînorê Amerîka-Meksîkayê tedbîrên tundtir bigire.

Bi piraniya dengê komarparêzan pêşnûme hat redkirin

Hemû Komarparêzên li Senatoyê û herwiha Senatorê serbixwe Bernie Sanders dengê ‘na’ dan.

Her çend senator Sanders bi giştî bi Demokratan re hevaheng e jî, ew pêkanînên Îsraîlê ya li hember Filistîniyan wekî “stratejiyek leşkerî ya ne mirovane” bi nav dike.

Li aliyê din Komarparêzan diyar kirin ku ev yek ji bo polîtîkayên tund ên koçberiyê û kontrolkirina sînorê başûr gelekî girîng e.

Di vê navberê de, her çend pêşnûme ji Senatoyê re derbas bûbe jî, divê di Meclisa Nûneran de were pejirandin.

Ji ber ku Meclisa Nûneran piranî di destê Komarparêzan de ye.

Niha di Meclisa Nûneran a 435 endamî de Komarparêz xwedî 222 kursî ne û Demokrat jî 213 kursî digirin.

Back to top button