Sekreterê Giştî yê Rêxistina Mafê Mirovan ya Iraqê ragihand ku êrişên dewleta Tirk, êrişên cidîne bi taybet li ser Kurdistan û Iraqê gefin û got:
“Divê ji bo dawî-anîna êrişan Hikumeta Iraqê bi saziyên navnetewî re bikeve nava têkiliyên cidî.”
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka başûrê Kurdistan û Iraqê bê navber dewam dikin.
Hikumeta Herêma başûrê Kurdistan û Iraqê jî li hember êrişan bê-dengin.
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Mafê Mirovan ya Iraqê, Welîd Hîl da zanîn ku operasyonên dagirkeriyê yên Tirkiyê li ser Herêma başûrê Kurdistan û Iraqê metirsiyên cidîne.
Her weha Ev êriş li ser ewlekariya welat jî gefin.
Rêxisitina Mafê Mirovan ya Iraqê: Dijî dagirkeriyê Kurdan biparêzin
Welîd diyar kir ku ji bo dawî li êrişên dewleta Tirk were, divê Hikumeta Iraqê bi saziyên navnetewî re guftugoyên cidî bike.
Gelê Kurd beşek sereke ê li Iraqê ne û divê berpirsên Iraq û rêxistinên mafên mirovan, dijî dagirkeriya Tirkiyê, Kurdan biparêzin.