Girtîgehên li Efrîna dagirkirî veguherîne cihê êşkenceyê

Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî roj bi roj zêdetir dibe.
Çeteyan rêbazên nû yên êşkenceyê ji bo kesên dervînin derxistine.

Li gorî Efrîn Post, welatiyên ji Efrînê ku tên binçavkirin li girtîgeheke Raco tên girtin.

Hate diyarkirin ku çeteyên Tirkiyê rêbazên nû ji bo êşkencekirina girtiyan pêk tînin.

Li gor agahiyan, girtiyan davêjin erdê û wan kehrebe dikin.

Dest û lingên girtiyan girêdidin û li ser sîxên agir wî dibrêjin.

Her weha girtiyan li ser vexwarina avek e zêde neçardikin, neynokan radikin û wan bê xwarin dihêlin.

Çeteyên El-Emşat 20 dar li gundê Gorzêlê birîn

Li aliyekî din jî birîna daran li Efrînê didome.

Çeteyên bi navê El-Emşat 20 darên zeytûnan li gundê Gorzêla ya Şêrawayê birîn.

Ev dar jî milkên welatiyê bi navê Mûsa Hemada bû.

Back to top button