Rewşa koçberan di zivistanê de xirab e

Rêveberiya Kampa Waşûkanî û Serêkaniyê dest bi belavkirina mazota germkirinê û pêdiviyên zivistanê li koçberan kir.
Hevserokên herdû kampan dibêje :
“Ji bilî rêveberiya xweser tu kes bi koçberan re alîkar nabe..
Ew rêxistinên di kampê de dimînin jî tu alîkariyê pêşkêş nakin.”

Koçberên serêkaniyê ku Cotmeha 2019’an ve koçber bûne, niha di kampa waşûkanî û serêkaniyê de dimînin..

Rêveberiya kampê dest bi belavkirina pêdiviyên zivistanê û mazotê kiriye..

Têkildarî mijarê, hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela Elî got:

Niha me dest bi belavkirina pêdiviyên zivistanê li ser koçberan kiriye, û her 10 rojan 42 lître mazot ji bo her malbatekê tê dayîn.

Back to top button