LI DÊRAZORÊ ŞAREDARIYA GEL A BAJAROKÊ CEZRA SALEXNEYEK VEKIR

Şaredariya Gel a bajarokê li bajarokê Cezra ya gundewarê Dêrazorê ji bo paqijî û tenduristiya goşt selexaneyek vekir.

Selexane ji 3 odan pêk tê; Odeya kontrolkirina sewalan, cihê serjêkirinê û odeya kontrokirina goşt ji aliyê beyteriyan ve.

Her wiha odeyek beyteriyê berpirsyar li ser selexaneyê heye.

Hevserokê Şaredariya Cezrayê Hanî El-Efyan diyar kir ku wan firoşkarên goşt û bazirganên sewalan agahdar kirin ku pêwîste sewal di rêya vê selexaneyê re werin serjêkirin.

Kesên li gorî vê yekê tevnegere dê were cezakirin.

Li gorî cezayê goşt wê were desteserkirin, pere bide, dadgehkirin û dukana wî wê were girtin.

Leave a Reply

Back to top button