Meclisa Edaleta Civakî ya Jinê ji bo civakeke adilane têdikoşe

Di 20’ê Adara 2014’an de bi armanca parastina mafê jinan yekemîn rêxistinbûn li bajarê Qamişlo bi navê Mala Jinê hate vekirin û di 16’ê Mijdara 2018’an de bi Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê re gihîşt lûtkeyê. Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ku ji 4 beşan pêk tê, ji bo pêşxistina sîstema edaletê li gorî rêgezên exlaqî û siyasî yên civakê têdikoşe û dixebite.

Edaleta ku cewhera jinê ye û bi salan di nava pençên pergalê de asê mabû..

Lê bi têkoşîna jinan û pêkanîna şoreşa jinê re Îro jin ji aboriyê heta tenduristiyê, ji edaletê heta perwerde û dîplomasiyê xwedî mafê axaftinê ne.

Ji bo edalet û wekhevî pêk were, demokrasî di nava hukmên qanûnan de pêk were û rêxistinbûyîn belav bibe, sala 2016’an de
Meclîsa Edaleta Jinê hat ragihandin.

Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê, Ji 4 beşan pêk tê,

Mala Jinê, Dîwana Edaletê, Komîteya Lihevanînê û Akademî.

Rêgezên bingehîn ên Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ji 17 madeyan pêk tê.

Di nava Edaleta Civakî de jin ji sedî 50 xwedî mafê nûnertiyê ye

Ji wan hin rêgezên sereke evin:

  • Di nava edaleta civakî de jin ji sedî 50 xwedî mafê nûnertiyê ye.
  • Jin ji bo pêşxistina sîstema edaletê li gorî rêgezên exlaqî û siyasî yên civakê têdikoşin û dixebitin.
  • Jinên ku di nava sîstema Edaleta Civakî de dixebitin, divê azadiya jinê û jiyana hevpar a azad, jiyana civakî ya demokratîk, jiyana komunal a demokratîk tercîh bikin.
  • Derbarê jinên ku di qada Edaleta Civakî dixebitin de, di hemû berpirsyarî, erkdarkirin û cezayan de vîn û nêrîna jinan esas e.
  • Jin li dijî her cure tundî û bertekên civakî yên li ser jinan li hemberî sûcên eşîrî, malbatî û sûcên namûsê têdikoşin.
  • Beşdarî amadekirina qanûnên demokratîk ên li ser jin, zarok û malbatê dibe.
  • Jinên ku di qada edaletê de dixebitin, hemû qanûn û peymanên navneteweyî yên ku statûya jin bilind dikin û cih dide pêşengiya wê ya di nava civakê de dipejirînin û ji bo ku wan li gorî qanûnên herêmî bide rûnişkandin, dixebitin.
  • Li dijî sîstema ku mirovan ji cewhera wan dûr dixe, ji bo ku civak ji nûve bê zanakirin, di bin bana Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de,
  • Akademiya Edaleta Civakî ya Jinê ya Şehîd Yadê Aqîde di 13’ê Cotmeha 2020’an de li Rimêlan û Amûdê hate vekirin.
Back to top button