HPG: Bîranîna hevrê Dijwar wê ji têkoşîna me re bibe ronahî

HPG’ê Û Koordînasyona Komalgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyên cuda nasnameya 2 gerîlayan eşkere kirin.
Di serî de malbatên şehîdan, HPG û KJC’rê sersaxî ji gelê Kurdistanê yê welatparêz xwestin û gotin: “Bîranînên wan yên bi nirx wê ji me re bibin ronahî.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnemeya gerîlayekî şehîd eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku gerîlayê bi nasnav Dijwar Tolhildan 2’yê Adara 2022’yan li Garê tevlî karwanê şehîdan bûye.

HPG’ê diyar kir hevrê Dijwar bi tevlîbûna xwe ya bênavber û hevaltiya xwe ya xurt di dilê her hevrêyên ku pê re xebitî de cih girt û wiha got:

“Hevrêyê me Dijwar ji bo xeyalên ku di dilê xwe yê pak de afirandiye pêk bîne bênavber têkoşiya.Di her kêliya jiyanê de bi coşa ku bigihêje çiyayên azad ên Kurdistanê re bi awayekî çalak cih girt.Bi mezinkirina tempoya xwe ya li qadan, bû layiqî hevrêyên xwe yên di pêvajoya berxwedanê de şehîd bûne.”

HPG’ê dawiyê sersaxî ji malbata gerîlayê şehîd û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re xwest û diyar kir bîranîna şehîdan wê ji têkoşîna wan re bibe ronahî.

KCR: Hevrê Tolhildan bû sembola pêşengtiyê ji ciwanan re

Li aliyê din Koordînasyona Komalgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) jî nasnameya endamekî xwe ragihandin.

KCR, da zanîn hevrê û fermandarê wan Tolhildan Qendîl 17’ê Îlona 2023’yan li herêma Pênciwên di encama êrişa hewayî ya rejîma Tirk a dagirker û faşîst de, şehîd bûye.

Derbarê têkoşêriya gerîlayê şehîd KCR’ê anî ziman Ş. Tolhildan bû sembola pêşengiyê ya ciwanan ku her tim dijî û ev nirxandin kir:

“Mîna Rêber Apo gotî; ew şehîd şehîdên jiyanê, rûmetê, şehîdên Kurd û Kurdistanê ne. Eger îro gelê Kurd û gelên azadîxwaz ji bo nasnameya xwe têkoşîneke mezin dimeşînin û li dijî dagirkeran bi biryardarî têdikoşin, ev jî ked û têkoşîna şehîdên azadiyê ye.”

Koordînasyona KCR’ê ji malbata şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û got:

“Em soz didin ku têkoşîna wan bidomînin û xeyalên wan pêk bînin. ”

Agahiyên nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Dijwar Tolhildan
Nav û paşnav: Mustafa Yalçinkaya
Cihê jidayikbûnê: Riha
Navê dayik: Havva
Navê bav: Kasim
Dem û cihê şehadetê: 02.03.2022 / Garê

Nav û Paşnav: Barzan Hesen Zade
Nasnav: Tolhildan Qendîl
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1994 Mahabad
Cih û Dîroka Şehadetê: 17’ê Îlona 2023’yan

Back to top button