Meclisa Rêveber civîna xwe ya salane ya 2`yemîn bi dawî kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane ya 2. bi diyarkirina plansaziya îsal a hemû qadên siyasî, xizmetguzarî, leşkerî û rêveberî bi dawî kir.

Meclisa Rêveber civîna xwe ya salane ya 2. li dar xist û tê de nîqaşa rewşa siyasî, xebatên her 7 rêveberiyên sivîl û zor û zehmetiyên ku di 2020’an de pê re rû bi rû ma, hatin nirxandin.

Jê zêdetir, pêşniyar jî hatin kirin.

Palana xebatên qada siyasî, xizmetguzarî, leşkerî û rêveberiyê ya 2021’an ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid ve hat eşkerekirin.

Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê li gorî daxuyaniyê Cinêvê û biryara NY 2254 kar û xebatên siyasî dê werin berdewamkirin.

Dê xebata jinûvenirxandina damezrandina desteyên ku nûnertiya gelê Sûriyê di civîna Cinêvê û destûra bingehîn a Sûriyê de bike, were kirin.

Qezenckirina naskirina siyasî ya bi Rêveberiya Xweser re were kirin.

Da ku opozîsyoneke neteweyî dûrî ajanên derve, derkeve holê, piştgiriya bi diyalogên Kurdî, di çarçoveya diyalogên Sûrî-Sûrî de be.

Parastina Yekîtiya xaka Sûriyê û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûrî werin kirin.

Bidawîkirina dagirkeriya Tirk û li hemberî êrîşên derve, xweparstin û berxwedan, her wiha parastina destkeftiyên herêmê.

Piştgirî ji saziyên ewlekariyê re were berdewamkirin ji bo têkbirina şaneyên DAIŞê.

Divê saziyên ewlehiyê pabendî qanûanan bin û hukmên dozgeriyê bi cih bînin.

Jinûve sazûmaniya Rêveberiya Xweser were kirin û xebata wê were bipêşxistin.

Nivîsgehên plansaziyan, geşkirin, serjimariya navendî û şaxî dê werin bipêşxistin û çalakirin.

Dê di nava saziyên Rêveberiya Xweser de ajansên çavdêriyê werin çalakirin û li dijî hemû şêwazên gendeliyê têkoşîn bê kirin.

Kadroyên tenduristiyê werin amadekirin ev jî bi rêya vekirina perwerdeyên pîşesaziyê dê pêk were.

Dê xebata rêxistinkirina qanûn û biryarên rêveberiyê û dozan werin şopandin, her wiha pêşxistin dezgehên çapemeniyê werin kirin.

Pêşxistin têkiliyên derve û xurtkirina têkiliyên bi dewlet, rêxistin, akademî û partiyên siyasî re were kirin.

Erka xweparastinê wê bibe erka herî pêş a 7 Rêveberiyên Xweser û Sivîl.

Di rêveberiyan de kadroyên jin werin avakirin û di qada siyasî û rêveberî de werin perwerdekirin.

Ji bo avakirina xweserî û xwetêrkirinê planên geşkirinê werin danîn.

Girîngî ji bo projeyên xizmetguzariyê yên girêdayî binesaziyan bê dayîn.

Jimara firinan were zêdekirin da ku pêwîstiyên welatiyan ên nan werin çareserkirin.

Belgekirina sûcên li dijî şûnwaran û şandina wan ji aliyên peywendîdar re.

Pêşxistina qada çandinî û hilbirînê û projeyên aborî û xizmetguzariyê yên giştî û taybet bi jinan werin kirin.

Her wiha ji bo Malbatên Şehîdan, kampan û karûbarên mirovî kar û xebat bên kirin û navendên xwedîkirina sêwî û astengdaran werin avakirin.

Back to top button