Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden ji bo merasîma sondxwarinê “hemwextî amadekirina Koşka Spî ya peyama oxirkirina Donald Trump”, gihîştiye Waşingtonê.
Çend saet mane ku Biden tevî malbat û taximê xwe li Koşka Spî bi cih bibin.
Tê payîn ku Biden û Kamala Harris saet 12:00 nîvro bi dema rojhilatê Amerîkayê li avahiya Capitolê sonda destûrî bixwin.
Berî ku merasîm dest pê bike, Trump û hevjîna xwe Melania dê Koşka Spî oxir bikin û berî bidin Floridayê.
Jixwe berî çûyîna Trump bi rojekê, YouTube careke din heta 7 rojan wî ji barkirina dîmen û weşana zindî bêpar dike.
Muzexaneya Fransî Grîvan a peykerên mûmê jî, berî hatina Biden, peykerê Trump ji pêşangehê rakir.