LI BAŞURÊ KURDISTANÊ HETA NIHA 285 KES DI GREVÊ DE NE

Li başurê Kurdistanê jî çalakî bi israrek xurt berdewam dike.
Li Hewlêr, Silêmanî, Wargeha Mexmûr, Kelar û Pênciwên ku çalakî lê hatine destpê kirin berdewam in.
Heta niha hezar û 285 kes ketine grevên bêdem û bi dorveger de.
Her wiha sê kes jî bi awayekî bêdem û bêdorveger di greva birçîbûnê de ne.

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan gelê Kurd li Kurdistanê û derveyî welat di nava çalakiyan de ne.

Çalakî bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêk tên.

Li Başûrê Kurdistanê jî çalakî belav dibin.

Li bajarê Hewlêr, Silêmanî, Wargeha Mexmûr, Kelar û Pênciwênê çalakî destpê kirine.

Heta niha 285 kes di nava çalakiyê de ne.

Her wiha sê kes jî bi awayekî bêdem û bêdorveger di greva birçîbûnê de ne.

ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 127’AN DE YE

Çalakiya yekemîn li bajarê Hewlêrê dest pê kir.

Heta niha li Nûnertiya HDP’ê 494 kes beşdarî çalakkiyê bûne û 63 koman çalakî dewir girtin.

Endamê nûnertiya HDP’ê yê li başurê Kurdistanê Nasir Yagiz jî ev 127 rojin di çalakiyê de ye.

Yagiz niha çavên wî lewaz bûne, bêqat bûye û bi tenê nikare rabe û rûne.

LI SILÊMANIYÊ ÇALAKÎ DI ROJA 104’AN DE YE

Piştî Hewlêrê, li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê çalakî destpê kir.

Çalakî niha di roja 104’an de ye.

Heta niha 204 kes beşdarî çalakiyê bûne. Her wiha 52 koman çalakî dewir girtine.

ÇALAKIYA FEDÎLA TOK DI ROJA 67’AN DE YE

Li wargeha Mexmûrê jî çalakî di roja 102’an de ye.

Heta niha 34 koman çalakî dewir girtiye û 580 kes beşdarî çalakiyê bûne.

Endama Meclisa Iştar ya Mexmûrê Fedîal Tok ev 67 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger de ye.

Li navçeya Kelar a Germiyan jî Endezyar Herêm Mehmûd 32 roj in di çalakiya de ye.

Herwiha 4 kes jî hefteyekê ketinê û Şeyma Ednan jî bo mehekê di grevê de ye.

Leave a Reply

Back to top button