Girêbestên zewac û hevberdanê li Dubai hat rawestandin

Dadgeha Karûbarên Sivîl a Dubeî ji ber Vîrûsa Corona, girêbest ango ”Eqdên” zewac û hevberdanê dan rawestandin û heya demeke ne-diyar bi paş-xistin.

Serokê dadgeha Dubai yê Îmarata Erebî Xalid El-Husnî diyar kir ku di demekê de vîrûsa corona li her derê belav dibe, divê gel piştgirî bide hikumetê, biryarên ku hatine girtin pêk bîne û têkoşîna li dijî vîrûsê xurtir bikin.

Serokê dadgehê, ragihand ku ji bo ewlehiya şêniyan û parastina wan, girêbestên ango ” Eqdên” zewac û hevberdanê dane rawestandin û heya demeke ne-diyar bi paş xistine.

Li Îmarata Erebiyê jî biryara qedexeya derketina derve hat dirêj-kirin.

Heta niha jimara kesên ku li Îmaratê bi vîrûsa Corona ketine, 2076 kes derbas kir.

Back to top button