Rêgirtina li ber jiberkirinê, jiyana jinê dixe metirsiyê

Eger rê li ber jiberkirina zarokan hat girtin, nemaze li gel belavbûna Coronayê wê jiyana jinan bixe metirsiyê.

Vîrûsa Coronayê li cîhanê belav dibe û jiyana mirovan dixe metirsiyê. Nexasim yên herî zêde gefa mirina bi vê vîrûsê dixin, jinên ducanî ne.

Lewra li dijî vê gefê, jin daxwaza jiberkirina zarokan dikin.

Lê, li gor biryara qedexekirina jiberkirinê li welatên Ewropî, jiyana jinan dikeve metirsiyê.

Li dijî vê 100 Komeleyên parastina mafê jinan, ji hikumetên Ewropî xwest ku demildest biryara rê-girtina jiberkirna zarokan rake.

Li gor rêxistina Human Richts watch jî heta niha li gelek welatên Ewropî, tedbîra ji bo rakirina qedexeya jiberkirinê ne-hatine girtin.

Back to top button