Rêxistina Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li peravên Îtalyayê keştiyeke penaberan noqî avê bûye û di encamê de 37 penaber winda ne.
Rêxistina Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) ragihand ku di navbera Tûnis û girava Lopadussa ya Îtalyayê de keştiyeke penaberan noqî avê bûye.
Rêxistinê diyar kir di encama vê yekê de 37 penaber winda ne û wiha got:
Tevahî penaberên rizgarbûyî û yên din ji Afrîkayê ne.
Penaber derengiya şeva pêncşemê ji aliyê keştiyeke din ve hatin rizgarkirin û gihaştin Lopadussayê.
Her wiha hat gotin ku penaberên rizgarbûyî ji rêxistinê re eşkerekirine ku ew 76 kes bûne û ji bendera Sefaqis a Tunisê ber bi Îtalyayê ve bi rê ketine.