Kongreya TÛAY-DER’ê hat lidarxistin: Divê em li dijî tecrîdê rabin ser piyan

TÛAY-DER’ê di kongreya xwe ya duyemîn de nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan da û diyar kir ku pêwîste yekane rojeva me tecrîd be.

Şaxa TÛAY-DER’ê ya Amedê bi dirûşmeya “Em tecrîdê bişkînin, jiyana azad ava bikin” kongreya xwe ya duyem lidar xist.

Kongre bi beşdariya gelek nûnerên partî, sazî û rêxistinan li navçeya Yenîşehîr a Amedê pêk hat.

Di kongreyê de îşaret bi tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo hate kirin.

Beşdaran diyar kir ku her kesê di vê pêvajoyê de berdêlên giran da û wiha hate gotin:

“Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Ev yek nayê qebûlkirin û ev sûcê mirovahiyê ye.

Divê yekane rojeva me tecrîd be û divê gel rabe ser piyan.

Berê yek hefte hevdîtin nehatiba kirin, qiyamet radibû.

Lê 28 meh in agahî tune ye, lê deng dernakeve.”

Her wiha di axaftinan de banga xwedî derketina li girtiyan jî hat kirin.

Piştî axaftinan Kongre ji çapemeniyê re girtî, dewam kir.

Back to top button