Kongra Star li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dosyayek amade kir.
Di dosyayê de Kongra Star diyar kir dewleta Tirk ji destpêka îsal ve 31 êrişên bi balafirên bêmirov pêk anîne
Û di encama van êrîşan de 48 kes şehîd û 38 kes jî birîndar bûne.
Kongra Star ji bo girtina qada hewayî, darizandina dewleta Tirk li ser sûcên wê yên şer û vekişîna ji herêmên dagirkirî ev dosya pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kir.
Komîteya Agahiyan a Kongra Star dosyayek li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bêmirov li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dosyayek amade kir.
Dosyaya ku hate amadekirin, Kongra Star pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kir.
Di dosyayê de qala qetilkirina 3 berpirsên Rêveberiya Xweser û êrîşên dagirkeriya Tirk hate kirin.
Ji destpêka salê ve ji ber êrişên dewleta Tirk 48 şehîd, 38 kes jî birîndar bûne
Li gorî dosyayê, dewleta Tirk a dagirker ji destpêka îsal ve 31 êrişên bi balafirên bêmirov pêk anîne
Di encama van êrîşan de jî 48 kes şehîd bûn û 38 kes birîndar bûn.
Di dosyayê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker di çend hefteyên dawîn de êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirine.
Dîsa li gorî dosyayê dewleta Tirk a qirker ji 12′yê Hezîranê ve 35 nuqte kirine hedef û bi dehan welatî şehîd xistine.
Her wiha di dosyayê de hate gotin piştî Rêveberiya Xweser ragihand ku ew ê çeteyên DAIŞ′ê bi darizînin ev êriş dijwar bûn.
“Divê Tirkiye li ser hemû sûcên wê yên şer were darizandin”
Di dosyayê de Kongra Star daxwazên gelên herêmê bibîrxistin û wiha rêz kir:
- Divê endamên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê û civata navneteweyî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bikin.
- Divê asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş plan û balafirên dewleta Tirk were girtin.
- Tirkiye li ser hemû sûcên wê yên şer were darizandin.
- Divê dewleta Tirk yekser ji herêmên dagirkirî vekişe.