Cihan Tirkiyê şermezar dike, herêma Başûr li sûcdarên din digere

Piştî 6 rojan ji êrîş û dagirkeriya dewleta tirk ya li ser xaka başûrê kurdistanê ji herêmê dengek lewaz derket.

Li herêma başûrê kurdistanê ku şehîd tên oxirkirin, Hikumeta Herêma başûrê Kurdistanê bi daxuyuyaniyekê qala başkirina peywendiyên di navbera xwe û dewleta tirkiyê de kir.

Tevî van hemûyan jî vê carê PDK’ê daxuyaniyek da û li cihê dagirkerên kurdistanê tewanbar bike, careke din PKK ji êrîşan dewanbar kir.

Ji 15’ê Hezîranê ve dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser xaka başûrê kurdistanê zêde kiriye.

Tevî bertek û daxuyaniyên tund yên ji Iraq û welatên Ereban li dijî êrîşê, ji herêma başûrê kurdistanê daxuyaniyên şermok tên dayîn.

Berdevkê Hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê Cotyar Adil li ser êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Tirkiye sivîlan şehîd dike, hikumet li cihê helwestê fikarên xwe tîne ziman

Cotyar Adil derbarê şehîdkirina şêniyan a ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve, tenê fikarên xwe anî ziman.

Cotyar, bê ku navê dewleta tirk bilêv bike, weke ku sûcdar kesên cuda ne, êrîş şermezar kir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê li cihê diyarkirina helwesteke tund, qala parastina berjewendiyên aliyan kir.

PDK’ê li cihê dagirkeran PKK tewanbar kir

Daxuyaniyek herî sosret jî ji Partiya Demokrat ya Kurdistanê PDK’ê hat.

PDK’ê careke din tiliya tewanbariyê dirêjî PKK’ê kir û xwest weke sedem wê nîşan bide.

PDK’ê ku bi zimanek nerm daxwaz ji tirkiye û Îranê kir ku êrîşên xwe rawestînin, ji PKK’ê xwest ku ji xaka başûrê kurdistanê derkeve.

PDK bi vê yekê jî sînordar nema û gef li PKK’ê xwar.

Back to top button