Ciwanên Şoreşger çalakiya ber avahiya NY dewr girtin

Ciwanên ku çalakiya li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî NY’ê dewr girtin û diyar kirin ku pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd çareserî” di esasê xwe de banga mezinkirina berxwedanê ya ciwanên Kurd e.

Çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpêkiriye didome.

Endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Tekoşer) çalakiya rûniştinê ya li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk tê, dewr girtin.

Çalakvanê Remezan Amed li ser navê ciwanan axivî û got:

“Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve di 10’ê Cotmeha 2023’an de hat destpêkirin, di esasê xwe de banga mezinkirina berxwedanê ya ji bo ciwanên Kurd e.

Tevgera Azadiyê ya Kurd li ser vê bingehê ava bûye û em ê dirûşma Rêber Apo “Me ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’ ji xwe re bikin bingeh.

weke ciwanê Kurd soza mezinkirina berxwedanê didin.”

Back to top button