Zelensky: Li Bahmutê rewş aloztir dibe

Li rojhilatê Ukrayna, şerekî dijwar pêk tê.
Artêşa Rûsya ji bo kontrolkirina Bahmutê êrişên xwe dijwar kiriye.
Kîevê ragihand ku rewşa li herêmê aloztir bûye.
Hemwextî vê daxwaza balafirên nûjen kir.

Şerekî ku dawiya wê nayê dîtin.

Li rojhilatê Ukrayna şerê stratejîk yê navbera aliyan dijwartir dibe.

Rûsya ji bo kontrolkirina herêma Bahmutê êrişên xwe dijwar dike.

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky di daxuyaniya çapemeniyê ya rojane de got,

“Rewş her ku diçe aloztir dibe.”

Zelenskiy, leşkerên Ukraynayê yên li Bahmutê şer dikin wek lehengên rast pênase kir û ev tişt anî ziman:

“Dijmin her tim her tiştê ku em ji bo parastina çeperên xwe bikar bînin tune dike.”

Şerê ji bo kontrolkirina bajarê pîşesazî Bahmut li rojhilatê Ukraynayê ji despêka êrişa Rûsya û heta niha yek ji êrişên herî dijware.

Zelensky berî niha teqez kiribû ku Ukraynayî wê ji bo parastina Bahmutê heta ji destê wan tê têbikoşin.

Moskowa girîngiyeke mezin dide kontrolkirina Bahmutê.

Lêbelê, pispor difikirin ku ji ber girîngiya stratejîk a bajêr ewê ne biqasî xuya dike hêsan be.

Serokê cudaxwazên alîgirê Rûsyayê li herêma Donetskê doh (Duşem) got:

“Hemû rêyên Bahmutê di bin kontrola hêzên alîgirên Rûsyayê de ne.”

Serokê CIA: Putin bawer dike ku bi rêya jihevxistina Ukrayna biser bikeve

Serokê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns got;

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dizane ku di vê demê de nikare di şer de bi ser bikeve, lê pê bawer e ku ew ê bi rêya jihevxistinê biser bikeve.

Burns di hevpeyvîneke li gel CBS de got:

“Putin bi gelek awayan bawer dike ku ew niha nikare bi ser bikeve, lê ew nikare winda bike.

Ez difikirim ku Putin niha pir bi biryar e û bi hêza xwe ya ku Ukrayna jihev bixe pir bawer e.”

Back to top button