Li Mexmûrê Nagîhan Akarsel hat bîranîn

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê nivîskar, akademîsyen û rojnamevana Kurd Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hatibû şehîdxistin, bi merasîmekî girseyî hat bîranîn..

Li ser navê xelkê wargehê Hevseroka Meclîsa Gel a wargehê Fîlîz Bûdak axivî û got:

Her ku ev têkoşîn pêş dikeve kuştinên li ser jinan jî li cîhanê û Kurdistanê pêşketin, her ku ev têkoşîn pêşket dijiminahiya wan ya li beranberî Rêbertî pêşket.

Di belavkirina zanista Jineolojî de kedek mezin ya heval Nagihan hebû.

Beriya ku heval Nagihan dest bi xebatên Jineolojî bike, jin lêkolîn dikir.

Hevala Nagîhan di her qadan de bû şopdarê Rêber Apo em ê jî her dem şopdarê wê bin.

Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Nagihan Akarsel hatibû amadekirin hat nîşandan.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Şehîd Nagîhan Akarsel li Şengalê hat bibîranîn

Back to top button