Şêniyên Navçeya Tirbespiye êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK’ê bi dagirkeran re şermezar kirin û bang li gelê Başûr kir li hemberî xiyaneta PDK`ê rabe.
Welatiya bi navê Etiya Hesen xiyaneta mala Barzanî bi dijminê Kurdan re şermezar kir û got:
“Îro dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrişên xwe li ser tevahî Kurdistanê zêde kirin bi taybetî Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Em wek gelê Kurd van kiryar û êrişan û sixûrtiya PDK’ê şermezar dikin.”
Welatiyê bi navê Xalid Xelef jî got:
“Bi awayekî rojane dewleta Tirk a dagirker û bi hevkariya PDK`ê êrişî Başûrê Kurdistan dikin.
Em bang li PDK`ê dikin ji xeta sixûrtiyê û xiyanetê vegerin.”
Şefîq Silêman jî hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kir û ji PDK’ê xwest ku dev ji xiyaneta xwe berde
Şefîq Silêman bang li tevahî Kurdan, bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî kiryarên PDK’ê rabin û helwesta xwe nîşan bidin.