Li dijî tecrîdê parlamenterên HDP’ê nêzî mehekê ye nobet digrin

Bi daxwaza hevdîtina parêzeran bi Rêber Apo re, çalakiya HDP’ê 29 rojin dewam dike. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu ku di çalakiyê de axivî bang li wezareta Dad a Tirk kir ku deriyê îmraliyê vekin û got: “Heta ku tecrîd bidome dê têkoşîna wan jî bidome”

Bi daxwaza rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên, partî, sazî, rêxistinên civakî û gelan dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, li bakurê Kurdistanê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nêzî mehekê di nobeta Edaletê de ye.

Parlamenterên HDP’ê ku li ber deriyê meclîsê ya li Enqereyê lihev civiyan, daxuyanî dan.

Li ser navê parlementeran Ayşe Surucu li wir axivî û carek din bal kişande ser armanca wan ya ji çalakiyê.

Ayşe Surucu bi bîr xist ev nêzî 2 sal in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin û îşaret bi bêhuqiya dewleta Tirk kir.

Parlamenter Ayşe Surucu anî ziman bi tecrîda li ser birêz Ocalan re welêt ji krîzan rizgar nabe û got: “Ev yek bandorê li civakê jî dike.”

Back to top button