PAJK: Hevrê Berçem Tûrcel li dijî DAIŞ’ê jî şerê azadiyê meşand

Koordînasyona PAJK’ê li ser şehadeta herdu gerîlayên jin Berçem Tûrcel û Kînda Zîn daxuyaniyek da. PAJK’ê anî ziman Hevrê Berçem û Kînda bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û sekna xwe ya partîbûnê di her şert û mercî de pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya jinê re kirin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê “PAJK” der barê şehadeta herdu gerîlayên jin Berçem Tûrcel û Kînda Zîn daxuyaniyek da .

PAJK’ê behsa jiyan û kesayeta şehîd Berçem Tûrcel kir û der baarê wê de ev got: “Hevrêya me Berçem Tûrcel ku ji sala 1993’an ve gerîlatî dikir, ji qadên bakur heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava dewam kir û şoreş bi rêxistin kir.

Li çiyayên Kurdistanê û qadên YJA Star-HPG’ê bi rêbaza xwe ya serketî ya fermandariyê, şerê azadiyê bi pêş ve bir.

Şerê xwe yê azadiyê ku li dijî mêtingeriya Tirk da destpêkirin, li Rojava li dijî DAÎŞ’ê dewam kir.

Bi baweriya xwe ya mezin a bi têkoşîna jinê, bi dilsozî û hezkirina welêt pêşengiyeke xurt kir.”

PAJK: Hevrê Kînda Zîn hertim nûnertiya hezkirin û yektiyê dikir

PAJK’ê di dewama daxuyaniya xwe de şehîd Kînda Zîn jî bi bîr anî û li ser jiyan û xebata wê ev got: “Hevrê Kînda Zîn bi ruhê xwe yê pak, bi helwesta xwe ya şoreşgerî li her qada têkoşînê her tim nûnertiya bawerî, hezkirin û yekîtiyê kir.

Di nava têkoşîna xwe ya sih salî de li her derê, afirîneriya bêdawî ya jinê nîşan da. Rêwîtiya koçberiyê ku di 13 salî de gihîşt Îngilistanê, di sala 1995’an de bi tevlîbûna li nava partiyê veguherand meşa azadiyê.”

PAJK: Şehadeta wan ji bo me sonda tolhildanê ye

Koordînasyona PAJK’ê tekez kir ku hevrê Berçem û Kînda bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî, bi sekna xwe ya partîbûnê di her şert û mercî de pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya jinê re kirin û wiha daxuyanî bi dawî kir:

“Herdu jinên fedakar ên Mêrdîn û Mereşê, bûn bawerî û hêvî ji jinên Kurdistanî re.

Dema ku pêwîstî pê hebû dibûn perwerdekar, dibûn fermandar û şervanên azadiyê.

Bi kedeke mezin nirxên girîng afirandin.

Bûn lehengên pêşeng ên dîroka me ya jinê.

Şehadeta wan ji bo me sonda tolhildanê ye. “

Back to top button