PKK’ê şehîd Berçem Tûrcel û Kînda Zîn bi bîr anî

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê şehîd Berçem Tûrcel û Kînda Zîn bi bîr anî. PKK’ê anî ziman ku Hevrê Berçem û Kînda bi bi têkoşîna xwe ya 30 salan bûn parçeyekî dîroka azadiyê û ew ê li ser xeta wan têkoşînê bidomînin.

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyekê şehîd Berçem Tûrcel û Kînda Zîn ên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne bi bîr anî.

PKK’ê da zanîn ku gerîlayên azadîya Kurdistanê her roj derbên giran li dagirkeriya dewleta Tirk didin, birînên kûr di mejiyê faşîzma AKP-MHP’ê de vedikin.

Hevrêyên me Berçem Tûrcel û Kînda Zîn 30 salan bi têkoşîn û kedeke mezin bûn şopdar û pêkanînerên vê rastiyê.

PKK: Berçem di xeta milîtaniya PAJK’ê de xwedî sekneke xurt bû

Di der barê şehîd Berçem Tûrcel de PKK’ê wiha bi lêv kir:

Hevrêya me Berçem di sala 1978’an de li gundê Şêbê yê Dêrika Çiyayê Mazî di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bûye.

Di sala 1993’an de dema di temenê ciwantiyê de ye beşdarî nav refên azadiyê dibe.

Li hemberî rastiya Rêber Apo di xeta milîtaniya PAJK’ê de bûyîna xwedî seknekî xurt ji bo hevala Berçem jî rêgezeke jiyanî bû.

PKK: Kînda mînakeke xurt a rastiya jina azad e

Her wiha PKK’ê destnîşan kir ku hevrêya wan Kînda Zîn di sala 1976’an de li Mereşê, li gundê Domizdere yê Afşînê di nava malbateke Elewî de ji dayîk bûye.

Ji sala 1991’an heta 1993’an bi kelecaneke xurt di nav xebatên çandî û ciwanan de kar dike.

Di sala 1995’an de bi bêrîkirin û baweriyekî pir mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Ji sala 1995’an heta 2000’an lûtke bi lûtke li ser zinarên tûj yên Zagrosan dilê xwe bi bêhna azadiyê tije kir.

Komploya 15 Sibat bi hevala Kînda re bû birînekî nakewe, ji ber vê tevahî jiyana xwe ji bo hesabpirsînekî mezin rêxistin dikir.

Hevrêya me Kînda bi zanistiya bîrdoziya azadiya jinê weke milîtaneke jin a xwedî pîvan, kedkar dilnizm bû mînakeke xurt a rastiya jina azad.

Nasnameya her du gerîlayan wiha ye:

Nasnav: Berçem Tûrcel
Nav û Paşnav: Hîbrîze Ozdûrak
Dîrok û Cihê Jidayîkbûnê: 1978/Mêrdîn
Navê Dayîkê: Bozê
Navê Bav: Şêxmûs
Dîrok û Cihê Tevlêbûnê: 1993/Mêrdîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 15.6.2022/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Kînda Zîn
Nav û Paşnav: Fatma Onûr
Dîrok û Cihê Jidayîkbûnê: 1976/Mereş
Navê Dayîkê: Xatûn
Navê Bav: Elî
Dîrok û Cihê Tevlêbûnê: 1993/Îngîltere
Dîrok û Cihê Şehadetê: 28.10.2022/Herêmên Parastinê yên Medyayê”

Back to top button