Parlementerên Iraqê êrişa li ser Şengalê şermezar kirin

Parlementerên Iraqê êrişa duh ya dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kirin û gotin; divê wezareta karên derve ya Iraqê li dijî dewleta Tirk gilî tomar bike. Serokê Navenda Karûbarên Stratejîk ya Iraqê jî diyar kir ku ji bo rawestnadina êrişan, pêwîstiya Iraqê bi biryarekê heye.

Doh ji aliyê balafirgeheke dewleta Tirk a dagirker ve mêvanxaneya YBŞ’ê hate bombekirin.

Di êrişê de welatiyek şehîd û şervanekê YBŞ’ê jî birîndar bû.

Têkildarî mijarê Parlementerên Iraqê bertek nîşan dan û êriş şermezar kirin.

“Êrişa li ser Şengalê binpêkirina yasayên navdewletî ye”

Parlementer Eshed Bazunî da zanîn ku dibe Parlementoya Iraqê li ser binpêkirina serweriya xaka Iraqê ya ji aliyê dewleta Tirk ve nîqaş bike.

Eshed got, pêwîste wezareta karên derve ya Iraqê li ser êrişan gavan bavêje û li Neteweyên Yekbûyî gilî li dijî Tirkiye tomar bike.

Parlementer Elî Cemalî jî balkişand ser êrişên dewleta Tirk a li dijî sivîlan û got:

“Ev êrişên Tirkiye binpêkirina yasayên navdewletî ne.

Pêwîste Hikûmeta Iraqê bi rêya civaka navdewletî û Neteweyên Yekebûyî pêşî li êrişên bigre.”

Selah Boşî: Ji bo rawestandina êrişan, pêwîstiya Iraqê bi biryarekê heye

Serokê Navenda Karûbarên Stratejîk ya Iraqê Dr. Selah Boşî jî bertek nîşanî êrişê da û wiha got:

“Ji bo çareseriya pirsgirêka destwerdan û destdirêjiya leşkerî ya Tirkiyê pêwîstiya Iraqê bi biryarekê heye.

Ji ber ku parastina serweriyê, ji bo sîstema me ya siyasî mijarek girîng e.”

KCÊ-E: Ji êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê NY berpirsyar e

Back to top button