“Qetilkirin çiqas zêde bibin, em ê têkoşîna xwe ew qasî mezintir bikin”

Endama Encumena Nûnertiya PYD’yê û Endama Komîteya Rêveber a Tevgera Azadiyê li ser şehîdkirina şehîd Zelal axivîn û gotin:
“Wê li hemberî her cure êrîşan têkoşîna me berdewam be.”

Endama Encumena Nûnertiya PYD’yê li başûrê Kurdistanê jî Yerîvan Mihemedê qetilkirina jinan şermezar kir.

Yerîvan Mihemedê di vê mijarê da ji ANF’yê re wiha got:

“Metirsiya kuştinê li ser her jinekê heye ku bixwaze dengê xwe derxe.

Divê jin xwe bi rêxistin bike û xwe perwerde bike.

Divê em ji bîr nekin ku gefa kuştinê li ser hemû jinan heye.”

“Li dijî her cûre êrîşan wê têkoşîna me berdewam be”

Endama Komîteya Rêveber a Tevgera Azadiyê Tara Rezayê jî li ser heman mijarê axivî û got:

“Kuştina heval Zelalê hem siyasî ye hem jî ji ber kurdbûna wê ye.

Qetilkirinên ku li Kurdistanê li ser jinên Kurd hene, em şermezar dikin.

Wê li hemberî her cure êrîşan têkoşîna me berdewam be.”

“Em ê heta dawiyê rêya şehîd Zelal bişopînin”

Back to top button