Hêzên PDK’ê roja Newrozê jî êrişî kampeke gerîla kir

Hêzên PDK’ê li qada Berdesorê ya herêma Xakurkê bi çekên giran êriş birin ser kampeke gerîla û li qadê bi cih bûn.

Ajansa ANF ragihand ” Hêzên PDK’ê saet di 08:00 de li qada Berdesorê ya herêma Xakurkê bi çekên giran êriş birin ser kampeke gerîla.”

Hate ragihandin, hêzên gerîla ji bo rewşeke metirsîdar rû nede şer nekirin û hêzên PDK’ê li herêmê bi cih bûne.

Li gorî agahiyan dema PDK’ê êriş kir, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk jî tevî balafirên şer li ser herêmê digeriyan.

Ji ber gefa êrişê ya Enqere û PDK’ê, li vê herêmê ji sala derbasbûyî ve alozî mezin dibe.

20’ê Adarê jî balafir û helîkopterên şer ên dewleta Tirk bombardûmaneke giran li herêma Xakurkê kiribûn.

Back to top button