NPG: Têkoşîna me ya azadiyê wê bi serketinê tacîdar bibe

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Cejna Newrozê pîroz kir û diyar heta meşa Rêberê Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin, ew ê têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê bi boneya Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand.

NPG’ê Cejna Newrozê li Rêber Apo, malbatên şehîdan, gel û gerîla pîroz kir.

NPG’ê diyar kir Newroz meşa ber bi jiyan û azadiyê ve ye, ji bo gelê Kurd serhildana li dijî zilm û koletiyê ye, bi pêşengiya Kawayên Hesinkar gurkirina agirê berxedanê ye û navê azadiyê ye.

Di daxuyaniya NPG’ê de wiha hat gotin,

“Têkoşîna nîv sedsalî ya Rêber Apo, berxwedana bêhempa ya artêşa me ya şehîdan a bi pêşenggiya Kawayê Hemdem Mazlûm Doganan û şerê azadiyê yê 40 salan ê partiya me PKK’ê, gelê Kurd ê Newrozbûyî afirandiye.”

Fermandariya Biryargergeha NPG’ê diyar kir ew Newroza 2021’ê bi ruhê serketinê yê destana Garê û bi biryardariya têkoşînê ya pêngava Dema Azadiyê ye pêşwazî dikin û wiha dewam kir,

“Ruhê serketinê yê hevrêyên me yên leheng ên destana Garê nivîsandin, di Newroza nû de moraleke mezin da gelê me û dostên gelê me. Her wiha nîşanî her kesî dan ku şert û merc çi dibin bila bibin Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwedî wê hêzêne ku di her kêliyê de dikarin serketinê biafirînin.”

Fermandariya Bîryargeha Navenda Parastina Gel di dawiyê de diyar kir ewê li ser bingeha felsefeya Apocî û li ser xeta lehengiyê a PKK’ê bi fedayî şer bikin, heta ku meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi serfiraziyê tacîdar bikin, ewê bi biryardarî têkoşînê bimeşînin.

Back to top button