Rêber Apo: Newroz vegera li jiyanê û buyereke vejînê ye

Rêber Apo di gelek nirxandinên xwe de wate û girîngiya Newrozê bi awayekî balkêş tîne ziman. Rêber Apo wiha dibêje: “Newroz herikîna xwînê a li rehên jîyanê ye. Kurd gelê Newrozê ye. Newroz îfadeya herî jor a hebûn û îradeya jiyana demokratîk û azad ya gelê Kurd e.”

Rêber Abdullah Ocalan di gelek nirxandinên xwe de ku kiriye girîngî û wateya cejna Newrozê bi awayekî bi bandorker tîne ziman.

Rêber Ocalan bi destpêkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re wateyeke cuda li Newrozê bar kir. Bi taybetî bi derketina PKK’ê re êdî Newroz ji cejneke normal wêdetir bû roja berxwedan û serhildanê ya gelê Kurd. Bi sedan şehîdên Newrozê jî nîşaneya vê yekê ne.

Ji lewra jî Rêber Ocalan yekemîn civîna koma xwe di Newroza 1973’an de li bajarê Tirkiyê Enqerê lidardixe.
Rêber Ocalan di nirxandineke xwe ya di Newroza sala 1998’an de wiha girîngiya Newrozê pênase dike:

“Newroz gul û çîçeka berbangê ye. Newroz vegera li jîyanê ye. Newroz vebûna renga reng a xwezayê ye. Newroz herikîna xwînê a li rehên jîyanê ye. PKK jî wiha ye. PKK partiyeke Newrozê ye. PKK buyereke vejînê ye û buyereke Newrozê ye. Me belesebeb di roja Newrozê de bi PKK’ê destpê nekir.”

Rêber Ocalan diyar dike ji ber Newroz roja jiyanê ye di heman demê de roja hesab pirsînê ye jî. Rêber Ocalan destnîşan dike ku di rojên Newroz, jiyan û azadiyê de divê rastî, şaşî û kêmasî ji hev bên derxistin û bên dîtin.

Rêber Apo wiha dibêje:

“Di rojên wiha yên Newrozan de ku hestên mirovan derdikevin pêş em neçarin hûr û kûr bifikirin. Ji lewre wekî din em nikarin hurmetê, heskirinê û coşê bi dest bixin.”

Rêber Apo diyar dike ku Newroz karekî gel e û Kurd jî gelê Newrozê ye û destnîşan dike ku Newroz îfadeya herî jor a hebûn û îradeya jiyana demokratîk û azad ya gelê Kurd e.

“Newroz Mazlûm e, Rehşan e, Zekîye ye, Ronahî ye û Bêrîvan e. Van şehîdan di rojeke wiha de tirs kuştin. Cesaret dan gelê me. Azadî û rûmeta xwe ji dijmin re nehiştin. Ji xwe wekî din nedihat qebûl kirin. Zekîye Alkan li Sûrên Amedê, Ronahî û Bêrîvan li Ewropayê, Rehşan li Keleha Îzmirê û Mazlûm li zîndana Amedê bi şehadetên xwe germahî û ronahiya agirê Newrozê dan gelê Kurdistan û hemû mirovahiyê.”

Rêber Ocalan destnîşan dike ku Newroz serketineke dîrokî ye û dibêje têkoşîna bi sedsalan ku ajotiye di vê rojê de bi serketinê gihiştiye encamê.

Rêber Apo vê yekê jî wiha tîne ziman;

“Weke cejna biharê Newroz, piştî hilweşîna vê zilmê ji aliyê hemû gelên Rojhilata Navîn de bi awayekî mafdar weke cejna azadiyê tê pîrozkirin. Her wekî Hezretî Îbrahîm ku dawî li kevneşopiya zalîm a koledar ku her sal zarok dikirin qurban, anî û vê yekê jî rê li ber cejnê vekir. Ev her du cejn jî rizgariya ji rêûresmên sîstema koledar ya ku mîna makîneyan mirovan dixwin, îfade dikin.”

Back to top button