Polîsên Erdogan Omer Faruk Gergerlîoglu li meclisê binçav kirin

Polîsên dewleta Tirk vê sibê bi ser meclîsê de girtin û Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu li Meclisê di nobeta edaletê bû, binçav kir. Vê yekê dîmenên 1994 yê binçavkiirna parlamenterê DEP’ê Orahan dogan anî bîra gelê kurd. HDP’ê nerazîbûn nîşan da û diyar kir heman şerm piştî 27 salan ji aliyê AKP-MHP’ê ve bi serê Tirkiyê ve hate anîn.

Di nav van her du dîmenan de 27 sal hene.

Di sala 1994’an de parlamenterên Kurd ên Partiya Ked û Demokrasiyê-DEP’ê Leyla Zana û Orhan Dogan çawa ji meclisê derxistin û birin gîrtîgehê Îro sibehê jî bi heman şêwazî parlamenterê partiya demokratîk a gelan-HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu hate binçavkirin.

Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu piştî desthilata AKP-MHP’ê parlementeriya wî betal kir, li Meclîsê dest bi çalakiya “Nobeta Edaletê” kiribû.

Lê faşîzma desthilata AKP-MHP’ê berxwedana rewa ya Gergerlîoglu hezim nekir û serokê partiya faşîst Dewlet Bahçelî duh telîmat da ku Gergerlîoglu ji meclisê were derxistin.

Piştî telîmata Bahçelî, polîsan serê vê sibehê tevî cilê wî yên şevê, dema li destşokê dest û rûyê xwe dişuşt, bi zorê ew binçav kir.

Ev yek jî nîşan dide ku herçendî dem derbas be, desthilat biguherin jî, hişmendiya dewleta Tirk a dagirker a li hember hêzên aşîtxwaz û kurdan nayê guhartin.

HDP: Êrîş wê tenê berxwedana me xurttir bike

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi daxuyanîyekê nerazîbûn nîşanî binçavkirina Omer Farûk Gergerlîoglû da.

HDP’ê destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dijminê demokrasiyê ye, darbekar e û hate gotin, “Me li nava meclîsê rewşeke wisa dît ku dişibiya darbeya 94’an. Heman şerm piştî 27 salan ji aliyê AKP-MHP’ê ve bi serê Tirkiyê ve hate anîn.”

HDP’ê diyar kir ku desthilatdarî dixwaze gelên Tirkiyê bêalternatîf bihêle û hemû welat bixe nava tarîtiyê û got,

“Ev polîtîkayên darbeyê yên ku roja Newrozê ji aliyê rejîma Qesrê ve hate meşandin, wê tenê agirê berxwedanê xurt bike. HDP yekane hêz e ku vî welatî aram bike û demokrasiyê ava bike.”

Piştî ku li navenda polîsan îfadeya Gergerlîoglû hate girtin û hat berdan li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek weşand û wiha got,

“Ez niha diçim Newroza Enqerê. Dibe ku dîsa min bikin binçavan lê divê bizanibin ezê heta nefesa xwe ya dawî heq û heqîqetê bînim ziman û biparêzim.”

Back to top button