Semîra Mubeyid: Bêyî Rêveberiyên Xweser kirîza Sûriyê çareser nabe

Di çarçoveya axaftina li ser civîna Astana ya 24-25ˊê Çileyê de ku dê li dar bikeve, siyasetmedar û muxalifa Sûriyeyî Semîra Mubeyid destnîşan kir ku bêyî rêveberiyên xweser ne pêkan e krîza Sûriyê çareser bibe û Sûriyeke yekgirtî ava bibe.

Siyasetmedar û muxalifa Sûriyeyî Semîra Mubeyid diyar kir ku pêwîst e Sûriye ji aloziyên li dewletên derdorê bê dûrxistin û got:

“Pêwîstî bi pêkanîna guhertineke bingehîn heye, ew jî bi rêya rêveberiyên xweser e ku bibe gava pêşîn a Sûriya yekbûyî.”

Semîra Mubeyid anî ziman ku gerên li Astana û dewletên ku destwerdane krîza Sûriyê hiştin krîz kûrtir bibe û got:

“Civînên Astana şerê leşkerî yê li Sûriyê bi rê ve bir da ku desthilata rejîma Beşar Esed vegere deverên ku piştî şoreşa Sûriyê ji dest dane.

Pêvajoya Astanayê bi giranî xwe spart alozkirina rewşa leşkerî, dorpêç û koçberkirinê ku di encamê de rewş gihîşt rewşa roja îro.”

Rêwîtiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk

Back to top button