Li bajarê Dêrikê, 61 şehîdên ku di dem û cihên cuda di mehên Çile û Sibatê de şehîd bûne, bi merasîmekê hatin bi bîr anîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrîkê ya Qamişlo, 61 şehîdên ku di mehên Çile û Sibatê de yên li herêmên cuda şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîr anîn.
Merasîm li navenda Dicle ya Çand û Hunerê û bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeyê hat lidarxistin.
Di merasîmê de nasnemeya şehîdan hat xwendin.
Piştre sinevîzyonek li ser berxwedana şehîdan hate pêşandan.
Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û fedekariyên şehîdan ji bo serkeftina şoreşa Rojava pîroz kir.
Hiso destnîşan kir ku gerîlayên HPG`ê li Garê destanên lehengiyê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker nivîsandin, û got:
“Hemleya dewleta Tirk a faşîst li hembreî hêz û îradeya gerîlayên HPG`ê yên li Garê bi bin ket.”
Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.