Mamoste Selah Saleyî: Dagirkeriya Tirkî encamê hevkariya PDK’ê ye

Bertek û nerazîbûnên li dijî dagirkeriya Tirkî ya li Başûrê Kurdistan û Iraqê zêdetir dibe.
Çavdêr û siyasetmedarê bajarê Kerkûkê Mamoste Selah Saleyî diyar kir ku komkujiya Zaxoyê encamê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ye.
Siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê helwesta rayedarên Iraqê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk erênî nirxandin û bang li PDK’ê jî kirin ku heman helwestê nîşan bide û dawî bi hevkariya xwe ya bi tirkî re bîne.

Ji Başûrê Kurdistanê dema dawî li dijî êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên tund tên nîşandan.

Taybet li dijî komkujiya wê ya li Zaxoyê, hêrseke mezin xuya dibe.

Hinekî deng bide…

Çavdêr û siyasetmedarê ji Kerkûkê Selah Saleyî dibêje komkujiya Zaxoyê encama hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ye.

Selah Saleyî bang li PDK’ê kir ku dev ji vê hevkariyê û siyaseta xwe ya şaş berde.

Armanc Hertelî: Çareseriya aloziya Sûrî fikrê Ocalan e

Çavdêrê Siyasî Armanc Hertelî jî diyar kir ku êdî eşkere ye dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistan ji holê rake û projeya xwe ya Osmanî ya nû pêk bîne.

Hertelî jî bang li PDK’ê kir ku dawî li hevkariya xwe ya bi Tirkî re bîne û tekez kir çareseriya aloziya Iraqê bi fikrê Ocalan pêkan e.

Luqman Şilanî: Divê PDK nebe darê destê dagirkeriya Tirk

Çavdêrê Siyasî Luqman Şilanî jî bang li PDK’ê kir ku xeteriya li ser Başûrê Kurdistanê bibîne û got:

“Divê êdî PDK nebe darê di destê dagirkeriya Tirk de.

Pêwîst e PDK dawî hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re bîne.

Û ji gelê Kurd piştrast bike ku hevkariya dagirkeran nake.”

Şelal Selîm: Dewleta Tirk serwereiya Iraqê binpêdike

Mamostayê zanîngeha Kerkûkê Dr. Şelal Selîm jî li dijî êrişên dewleta Tirk dibêje:

“Ya ku Tirkiye dike destdirêjiya li serweriya xaka Iraqê ye.

Heman demê de binpêkirina yasayên navdewletî ye.

Divê dewleta Tirkî ji Iraqê derkeve.”

Back to top button