“Operesyonên me wê heta bidawîkirina şaneyên DAIŞ’ê dewam bikin”

Duh opersyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê hate destpêkirin.
Derbarê mijarê de endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen ji me re axivî û got: “Operesyonên me wê heta bidawîkirina şaneyên DAIŞ’ê û xeteriya wê dewam bikin.”

Piştî nav hat dayîn, careke din tayîtila giştî bidin.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen diyar kir ku operesyon bi hevkariya QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê her wiha bi desteka Hêzên Koalîsyona Navnetewî destpê kir.

Elî Hesen da zanîn ku wan biryara vê operesyonê piştî girtina hin agahiyan derbarê êrişekê dijî kampê de dane û wiha anî ziman:

“Piştî ku êrişên dewleta Tirkiyê li ser herêmê zêde bûn, şaneyên DAIŞ’ê di hundirê kampê de çalak bûn,

Her wiha agahî gihan ber destê me ku ew çeteyên DAIŞ’ê ji derve bi hevkariya şaneyên di kampê de êrişekê bikin.

Ji lewra, me jî bi armanca dabînkirina ewlehî û aramiya kampê û herêmê bi giştî biryara vê operesyonê da.

Hesen dawiyê, anî ziman ku ew ê heta tunekirina DAIŞ û şaneyên wê operesyonên xwe dewam bikin.

Back to top button