Li Derayê çekdarên herêmê bi çeteyên DAIŞ’ê re şer kirin.
Li çolistana Sûrî jî balafirên Rusyayê cihên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin.
Her weha çekdarên Îranê bi dronekê êrişî bargeha Tenef a koalisyona Navneteweyî kirin.
Tevliheviya li Derayê heyî, hîn jî weke xwe bê çare ye.
Tevî ku qaşo Derayê di bin serweriya hikumeta Şamê de ye, lê rojane şer û kuştin pêk tên.
Ev 2 roj in li bajarê Newa yê parêzgeha Derayê çekdarên herêmî bi komeke çekdar ku tê gotin girêdayî DAIŞ’ê ye, şer dikin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di şer de, ji wan serçeteyek 8 çeteyên DAIŞ’ê û 3 çekdarên herêmî hatin kuştin.
Her wiha 6 çekdarên herêmî jî birîndar bûn.
Malpera Dera 24 ragihand ku li bajarê Newa yê rojavayê Derayê qedexeya derketinê hatiye ragihandin û dewama dibistanan jî heta demeke nediyar, hatiye taloqkirin.
Balafirên Rusya li çolistana Sûrî cihên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin
Rewşa çolistana Sûrî jî, ji ya li Derayê ne-kêmtir e.
Çeteyên DAIŞ’ê li çolistanê êrişên xwe li dijî hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayê wê dewam dikin.
Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku Balafirên şer yên Rusyayê cih û şikeftên çeteyên DAIŞ’ê li çolistanê bombebaran kirin.
Heta niha derbarê kuştî û birîndaran tu agahî nehatiye girtin.
Çekdarên Îranê êrişî bargeha Tenef kirin
Li aliyê din, aloziya di navbera çekdarên Îranê û koalisyona Navneteweyî dewam dike.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku çekdarên Îranê bi dronekê êrişî bargeha Tenef a koalisyonê ya li ser sînorê Sûrî-Urdun û Iraqê kirin.
Pergala parastina esmanî ya bargehê dron anî warê û bêbandor kir.